Îşev Qendîla Mewlûdê ye

Qendîla Mewlûdê ya ji ber jidayikbûna Hezretî Mihemed roja 12emîn a meha rebîûlewelê tê pîrozkirin yek ji wan roj û şevên girîng ên alema îslamê ye.

Îşev Qendîla Mewlûdê ye

 Qendîla Mewlûdê ya ku rojbûna Hezretî Mihemedê pêxemberê dawî ye wê sibê bê îdrakkirin. 

Qendîla Mewlûdê ya ji ber jidayikbûna Hezretî Mihemed roja 12emîn a meha rebîûlewelê tê pîrozkirin yek ji wan roj û şevên girîng ên alema îslamê ye.

Mewlûd di ferhengê da tê wateya "cih û wextê jidayikbûnê" û di çanda îslamê da bi taybetî ji bo rojbûna Mihemed Pêxember tê pîrozkirin. Ji ber wê mewlûd ji bo merasimên di vê çarçoveyê da tên kirin û berhemên hatine nivîsandin tê bikaranîn. 

Pisporê Lijneya Bilind a Karên Dînî ya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê Huseyîn Ari ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di dîrokê da Misilmanan Qendîla Mewlûdê bi diyarî û îkraman va pîroz kirine ku ev yek di heyama Osmaniyan da jî tê dîtin.

Ari anî ziman her Misilman bi saya exlaq û jiyana Pêxember û Îslamê dikare jiyaneke baş bijî ku Qendîla Mewlûdê jî ji bo vê yekê vesîle ye.

Ari got îsal mijara salê ya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê "Pêxemberê me û Civaka Wefayê" ye û wiha axivî: "Wefakariya Hezretî Pêxember ya li hemberî, dê, bav, bira û dostan li ser zimanan belav bûye. Di vê şevê da bibîranîna Resûlê Xwedê û fêmkirina wî ji her tiştî girîngtir e. Xelasbûna me heqîqeta ku ew behs dike va mumkin e. Ji ber vê di vê şev û roja bimbarek da nasandina Pêxemberê me wezîfeya her Misilmanî ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE