Şewitandina pirêzeyan zirarê dide xwezayê

Rayedar dibêjin bila cotkar dev ji şewitandina pirêzeyan berdin.

Şewitandina pirêzeyan zirarê dide xwezayê

Dema ku ber tê rakirin gelek cotkar ji bo çandina duyem bi awayekî nezan pirêzeyan dişewitînin. Pispor û rayedar hişyar dikin û dibêjin, ev him xêr û bera zeviyan dikuje him jî dibe sedema mirina bi sedan zindiyên din ên di nav erdî de.

Her sal di havînê de gelek cotkar bi awayekî nezan pirêzeyan dişewitînin.

Di encama wê de him kîmyeya axê diguhere him jî gelek jîndar pê re dimirin.

Agirê pirêzeyan dengeya xwezayê diguherîne.

Wekî din bi dûxana xwe asîmanan reş û tarî dike.

Pispor û rayedar bangî cotkarên xemsar dikin da ku dev ji vê rîtuela şaş û nexweş berdin.

Pispor dibêjin niha ew hewl didin û dikin ku cotkarên nezan li ser vê mijarê perwerde bikin.

Heta niha di 18 mehan de agirkujan 3 hezar û 872 şeweta pirêzeyan temirandine.

Ji ber ku agir ber didin pirêzeyan her sal ji asîmanên Rihayê tenî dibare.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE