Şeyma Elcelluda 12 salî ye. 6 sal berê li deyrezorê ji ber bombeyê lingekî wê jê bû. Şeyma niha li bajarê Siirtê dijî û nikare bimeşe. Malbata wê dixwaze ji keça wan re piyekî protez bê peydakirin û li benda alîkariyê ye.
Navê wê Şeyma Elcellud e.
6 sal berê li bajarê Deyrezora Sûriyê ji ber teqîna bombeyê piyê wê yê çepê jêbû.
Şeyma niha bi malbata xwe re li bajarê Siirtê dijî û kotek birêve diçe.
Malbata wê ji xêrxwazan dixwaze ku ji Şeymayê re protezek bê çêkirin û li benda alîkariyê ye.
Ger protezek bê peydakirin wê Şeyma jî wekî hevalên xwe birêve biçe û bileyze.