Her ku diçe hewaya Gaziantepê jî wekî gelek deverên welêt sar dibe. Ji ber vê jî hin welatî ji bo cara dawî berê xwe didin cihên pîknîkê û bêhna xwe berdidin.
Li welêt Gaziantep yek ji wan bajarên herî germ e.
Lê belê bi hatina payîzê re her ku diçe hewa sar dibe.
Ji ber vê jî hin welatî ji bo cara dawî pîknîkê bikin û bêhna xwe berdin berê xwe didin cihên pîknîkê.
Li Daristana Burçê ya li bajêr hin kes di mengalê de ji xwe re goşt çêdikin, hin kes jî di semawerê de ji xwe re çay dikelînin.
Her wiha zarok jî bi lîstikên cur bu cur kêf dikin û bi hev re demeke xweş derbas dikin.