Seyrana li ber Ava Zapê

Welatiyan ewil di Ava Zapê de masî girtin, paşê jî geşta xwe kir

Seyrana li ber Ava Zapê

Her sal van çaxan li Gevera Colemêrgê berf hebû û ji ber berfa zêde hemû rê girtî bûn. Lê îsal ji bo ku berf nîn e, welatî li geşt û seyranê ne. Geverî ji ava zapê masîyan digrin û li ber avê seyranê kirin, bêhna xwe vedidin.

Her sal di vê çaxê de him li navenda Colemêrgê, him jî li ser çiyayên derdorê berf hebû.

Lêbelê îsal li dora Ava Zapê hewa germ e û rê ne di bin berfê de ne.

Xelkê deverê jî bi hewaya germ re ji bo geşt û seyranê berê da Ava Zapê.

Geştiyaran di Ava Zapê de ewil masî girtin, paşê agirê xwe geş kirin, li ser masî û goşt pijandin.

Welatiyên heremê dibêjin îsal ne wekî salên berê ye, heya hewa xweş be em ê werin geşt û seyrana Ava Zapê.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE