Sezona Ava Spî vebû

Welatiyên ku ji germê aciz bûn berê xwe dan Serê Avê...

Sezona Ava Spî vebû

Li herêmê hewa her ku diçe germtir dibe. Welatî jî ji bo hênik bibin xwe davêjin ber avan. Li Midyadê jî bi germbûna hewayê re welatî herikîn ber Ava Spî.

Ava Spî ji bo Mêrdîniyan cihê herî xweş ê seyrangehê ye.

Him şînahî heye, him xwezaya wê xweşik e him jî ava wê derê hênik e.

Havînê li herêmê ji ber ku hewa zêde germ dibe, welatî berê xwe didin Ava Spî.

Ji xeynî Mêrdîniyan, ji derbajêr jî xelq tê vê derê.

Ji bo welatî di avê de bi rehetî soberiyê bikin, bi brandayan hewz hatine çêkirin.

Bi saya vê yekê welatî bi dilrehetî xwe davêjin avê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE