Sezona masîgirtinê qediya

Heta 1ê Îlonê di behrê de girtina masiyan qedexe ye  

Sezona masîgirtinê qediya

Masîvan ji 1ê îlona par bi vir de têra xwe çûn nêçîrê lê êdî di behrê de sezona masîgirtinê xilas bû. hevalên me yên li stenbolê çûn kumkapiyê, sûka dîrokî ya masîfiroşan. esnafan got "sezoneke baş bû, masî ne kêm bûn..." 

Ji bo masî û ajalên din ên behrê zêde bibin tevdîr gelek hene. 

Ji 15ê Nîsanê pê de jî ji wan yek tê sepandin. 

Li gorî esnafên sûka dîrokî ya masîfiroşan sezona borî gelekî baş bû. 

Wan ne di peydekirina masiyan de ne jî di firotinê de tengasî kişand. 

Ji kesên ku li qeraxê bi şewk û nîkan masiyan digirin û xwediyên qayîkên biçûk re qedexe nîn e. 

Lê keştieyên mezin heta 1ê Îlonê wê neçin nêçîrê...

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE