Sezona narenciyeyan diqede

Li Mersinê xebatkarên demsalî hêdî hêdî karên xwe diqedînin.

Sezona narenciyeyan diqede

Hewa hêdî hêdî germ dibe û sezona narenciyeyan jî diqede. Xebatkarên demsalî yên ku ji herêmê diçin Mersînê, piştî xilaskirina karên xwe vedigerin bajarên xwe.

Her sal bi qasî 8 mehan sezona narenciyeyan dewam dike.

Porteqal û mandalîn di hewaya cemidî de çêdibin û diçin ser dezgehan.

Li Mersînê hêdî hêdî berên dawî jî tên komkirin.

Xebatkar bi piranî ji Bilîs, Muş, Sêrt û Wanê çûne Mersînê.

Karê wan jî demsalî ye û piştî 8 mehan vedigerin bajarên xwe.

Her xebatkar ji bajarekî herêmê ye.

Piştî ku sezona porteqalan qediya xebatkarên demsalî berê xwe didin fêkiyên havînê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE