Şeva Regaîbê ku li alema Îslamê wek mizginiya destpêka serê sê mehan tê qebûlkirin, wê were îdraqkirin.
Sê meh ji bo alema Îslamê pir girîng in û Şeva Regaîbê jî pêncşema ewil a meha recebê tê îdraqkirin û wek "şeva rehmet û bereketê" tê qebûlkirin.
Midûriya Giştî ya Xizmetên Dîn a Serokatiya Diyanetê wê ji bo Şeva Regaîbê hin çalakiyan li dar bixe.
Li Enqereyê li Mizgefta Millet a Beştepe, li Diyarbekirê li Mizgefta Kurşunluyê, li Gîresunê Mizgefta Sarayburnuyê, li Bursayê Mizgefta Mezin, li Konyayê Mizgefta Hacu Veyîszade û Kapuyê û li Stenbolê li Mizgefta Fatîh û Eyup Sultanê wê bernameyên taybet werin lidarxistin, Qur'ana Pîroz û mewlûd werin xwendin.
AA