Sifirkarî li ber tunebûnê ye

Hostayê 66 salî ji bo mesleka wî ji holê ranebe dixebite...

Sifirkarî li ber tunebûnê ye

Sifarê herî dawî yê Mêrdînê Cihat Özcanê 66 salî ji bo mesleka wî ji holê ranebe li ber xwe dide.

Sifirkarê ku 55 sal in vî karî dike niha ji bo danasîn û berdewamiya mesleka xwe li Muzeya Mêrdînê dersên sifirkariyê dide turîstan.

Sifirkarî wekî zemanê bere rexbetê nabîne. Loma roj bi roj tê jibîrkirin û ji holê radibe.

Sefarê herî dawî yê Mêrdînê Cihat Özcanê 66 salî, ji bo berdewamiya mesleka xwe ev 55 sal in li ber xwe dide.

Hostayê navdar niha li muzeya Mêrdînê karê xwe dimeşîne û berhemên cûrbicûr çêdike.

Özcan got, ‘’Ev 55 sal in ez sifirkariyê dikim. Ez ji bavê xwe hînî vî karî bûm. Ez niha li vê muzeyê ji bo turîstan dixebitim. "

Özcan, ji xeynî çêkirina berheman û meşandina karê xwe, sifirkariyê bi turîstan jî dide nasîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE