Sihorîkên Parka Neteweyî ya Geliyê Munzûrê ku li Ovacika navçeya Tunceliyê ye, bi hatina payîzê ra xwarinê di binê erdê da vedişêrin û dikişînin qulên xwe ku zivistanê bixwin.
Navçeya Ovacikê ku bi xweşikahiya xwe ya siruştî, dîrokî û çandî va dertê pêş, her demsal dibe pêgeha gelek ziyaretvanên ku ji bajar û navçeyên derdorê tên.
Digel Parka Neteweyî ya Munzûrê, Çavkaniyên Munzûrê , Geliyê Mercanê, Zozanê Kepirê û Şirşirnega Kirkmerdîvenê jî li vê navçeyê ne.
Di parka neteweyî da darên wekî mêşe, bîhok, gûz, huşî qewax û darên fêkiyên beyanî hene û di nav van dar û daristanê da hirçên boz, bizinkovî, gur, beraz, sansar, seyê avê, rovî û başoke dijîn û nêşçîra van heywanan qedexe ye.
Bi sermayê ra di parka neteweyî da ser daran sihorîkên qehweyî û reş jî tên dîtin û ji bo zivistanê ji xwe ra xwarinê berhev dikin.
Sihorîk bi darên mêşeyan va hilpaz dibin û bi palamutên daran bi diranên xwe jê dikin û hem zikê xwe têr dikin hem jî seba zivistanê amadehiyan dikin.
AA