"Şikefta Sêqatî" ya li Adiyamanê

Alkanê Midûrê Muzeyê di daxuyaniyê da cî da nirxandinan û diyar kir ku qatê binî yê şiketê 40 mêtre ji erdê bilind e, qatê 2 û 3yan jî bi pêlekanan digihêjin hevdu.

"Şikefta Sêqatî" ya li Adiyamanê

 Li Kahtaya navçeya Adiyemanê "şikefta sêqatî" ya tê nirxandin ku di heyama Qraltiya Komageneyê da wekî "qada kult" (perestgeh) hatiye bikaranîn hat dîtin.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Muzeya Adiyemanê, welatiyên li gundê Texmenliyê ya li ser rêbejaya Kayta-Diyarbekirê haya rayedaran pê xistin û li ser vê ekîb çûn gund û tesbît kirin ku li berpala çiyê "şikefta sêqatî" hatiye dîtin.

Ekîb bi piştgiriya lojîstik û teknîkî ya ekîbên Midûriyeta Bajêr a AFADê va hilpaskî çiyê bûn û dîmenên hundirê şikeftê kişand.

Mehmet Alkanê Midûrê Muzeyê di daxuyaniyê da cî da nirxandinan û diyar kir ku qatê binî yê şiketê 40 mêtre ji erdê bilind e, qatê 2 û 3yan jî bi pêlekanan digihêjin hevdu.

Alkan diyar kir ku ekîban di şikeftê da odeyên fireh û nivîs dîtine û wiha pê da çû: 

"Em texmîn dikin dibe ku şikeft "perestgeha" Qraliyetê" be. Şikeft sêqatî ye û bi pêlekanan hev ra tên girêdan û di hundir da 2 nivîs hatin tesbîtkirin. Nivîsek wekî 'şikeftên Bakhîosê' tê wergerandin. Dibe ku li vê derê ji Dîonysos ra gotibin Bakhîos, dibe ku Bakhîos navê merivekî be jî. Di nivîsa 2yan da jî 'Kur û neviyê Mîthradatesê Qralê Mezin' hatiye nivîsandin. Li gor me dibe ku ev dera perestgeha Mîthradatesê Qralê Komageneyê be."

Mustafa Çelîkê pisporê muzeyê yê ku hilpaskî jorê bû û dîmenên şikeftê kişand ji bo vê derê got "qada wargehê" ye û wiha axivî: "Ya em ji nivîsan fehm dikin ew e ku ev dera dibe ku perestgeh be. Di hundir da li hin ciyan çalên gorîkirinê û çalên avê hene."

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE