Semsûriyan, li nava bajêr 4 heb sirû dîtin û hema bangî personelên şaredariyê kirin. Baytarên şaredariyê sirûyek girtın û tedawiya wê kirin. Dema hemûyan bigrin û kontrola wan were kirin, wê berdin xwezayê.
Li Taxa sîtelerê ya Semsûrê 4 heb sirû daketin nava bajêr..
Şêniyên taxê gotin qey kûze ne û jê tirsîn, hema bangî personelên şaredariyê kirin.
Baytarên şaredariyê ji wan yek girtin, lê dîtin heywanên ku jê ditirsin sirû ne.
Personelan êm û av danê, kontrola wê ya tendûristiyê kirin. Şaredarî niha ji bo girtina 4 sirûyên din dixebite.
Piştî kontrola tendûristiyê, ew ê sirûyan berdin çolê.