Li Serhedê sir û seqema zivistanê gelek dijwar e. Hewa gelek caran di bin sifrê de 20 pîle ye. Esnaf û dezgehdarên Muşê li bazarê sobe datînin û xwe li ber sobeyan germ dikin.
Ji bo kesên ku kar û barê wan li derve ye zehmetî gelek in; bi taybetî jî li herêmên sar rewşa wan gelek dijwar dibe.
Li herêma Serhedê sir û seqema zivistanê zêde ye.
Li Muşê esnaf û dezgehdarên ku karê wan li derve ye sobe datînin û xwe li ber germ dikin.
Li kolanan bi vêxistina sobeyan jî dîmenên rengîn derdikevin holê.
Li herêmê hewa bi şev heta di bin sifrê de 20 pîle sar dibe.