Li Mûşê welatiyên li gundan û derdora bajêr, bi piranî nanê xwe bi xwe çêdikin. Lê ji ber sir û sermayê wan jî nikaribû tenûr pêxistana. Loma di demên dawî de karê nanpêjan zêde bû.
Li Mûşê kesên li gundan û derdora bajêr nanê xwe bi xwe dipehtin.
Di gelek malan de tenûr heye. Lêbelê ji ber sermayê welatiyan nekarîn tenûrê pêxin.
Ji ber vê yekê gel berê xwe da nanê tenûrê yê nanpêjan.
Loma di demên dawî de karê nanpêjan zêde bû.
Ne tenê ji bajêr ji derveyî bajêr jî gel sîparîşa nanê tenûrê dide.