Şırnakî bi barîna berfê kêfxweş bûn

"Jiyana me li ser berfê ye, em gelek kêfxweş bûn"

Şırnakî bi barîna berfê kêfxweş bûn

Li welêt hewa sar bû û li deverên bilind berf dibare. Li Şirnexê berfê li ser çiyayan girt. Dîmenên rengîn ên zivistanê derketin holê. Welatî bi barîna barfê kêfxweş bûn.

Li Beytuşşebab û Qilebana Şirnexê, li çiyayên Qato, Marînûs, Kelmemet, Kerkur û Tanînê berf ket.

Bilindahiya van deran 3 hezar metre ye û bêguman hewa jî gelek sar bûye.

Bi barîna berfê dîmenên rengîn ên zivistanê derketin holê.

Ligel zehmetiyan welatî bi barîna berfê kêfxweş in.

Ew dibêjin "Jiyana me li ser b erfê ye".

Heta 5 mehan zivistan li van deran bi zor û zehmet e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE