Xwezaya Dêrsimê him biharê, him jî payîzê pir xweş e. Tam van çaxan jî ev der dibe rawestgeha wênegiran. Lewra bi dar û devî, bi pel û belçimên rengorengo herêm dibe wekî quncikekî cinetê.
Payîz, bihar, zivistan û havîn…
Dêrsim bi xwezaya xwe her demsal wek quncikekî cinetê ye.
A niha payîz e û herêm bi pel û belçimên daran rengorengo bûye.
Ji bo vê xwezaya rengîn bibînin û risman bikşînin wênegir qefle bi qefle tên daristanên rengorengo ên Dêrsimê.
Bi taybetî navçeya Pûlûmûr û Nazimiyeyê bi dar û deviyên xwe wek nîgarekê ne.
Li herêmê gelek ajalên cuda ên kovî jî hene.
Wênegir di destê wan de makîneyên wan heta êvarê dîmenên ji hev xweşiktir digrin.