Sisyarekên keçel ên Birecikê

241 teyrên ku li çewligê dihatin xwedîkirin hatin berdan xwezayê

Sisyarekên keçel ên Birecikê

Teyrên serkûz li cîhanê tenê li fas, misr û Birecîka Şanliurfayê hene. Ji bo van teyran di sala 1977an de li Bîrecîkê tesîsek hat vekirin û ji wê rojê heta niha hejmara wan her ku diçe zêde dibe. Herî dawî 241 sisyarekên keçel ên ku li vê çewligê dihatin xwedîkirin, hatin berdan xwezayê.

Sisyarekên keçel ango teyrên serkûz.

Ev teyr ji xeynî Fas û Misrê li cîhanê tenê li Birecîka Şanliurfayê hene.

Li navçeyê di 1977an de ji bo van teyran Îstasyona Hilberînê hat avakirin.

Di vê îstasyonê de ji bo zêdekirina hejmara wan 253 serkûz dihatin xwedîkirin.

Herî dawî 241 çûkên ku li çewligê dihatin xwedîkirin hatin berdan xwezayê

“ Hêvîdar im ev çûkên ku me berdan wê li xwezayê belav bibin û zêde bibin. Û pişt re wê di wextê xwe de vegerin Birecîka me.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE