Bi 5 hezar şitlan dest pê kir, niha salê 200 hezar şitlên zeytûnê hildiberîne. Davut Ufakê ku ev 9 sal in di tesîsa xwe ya li Derika Mardinê şitlên zeytûnan datîne, mehsûlên xwe difiroşe seranserê welêt û gelek welatên Ewropayê.
Beriya 9 salan dema zanîngeh qedand dest bi hilberîna şitlên zaytûnan kir.
Bi 5 hezar şitlan dest pê kir. Lê niha salê nêzî 200 hezar şitlan hildiberîne.
Davut Ufakê 33 salî ku li Derika Mardinê dijî, şitlên ku li tesîsa xwe digihîne, dişîne hin welaten Ewropa û Esyayê jî.
Veberhênerê ciwan dibêje; “Înşela em ê hilberîna xwe zêde bikin.”