Şivaniya bi dehan salan

Du birayên ker û lal ev 20 sal in şivaniyê dikin.

Şivaniya bi dehan salan

Çîroka 2 birayên jı Güroymaka Bitlisê ji bo gelek kesan mînak e. Lewra tevî astengiyên xwe ev 20 sal in şivaniyê dikin. Herdu bira Rahmetullah û Tahsînê ku ker û lal in di karê xwe de zaf jêhatî ne.

Tahsin û Rahmetullah Aras du bira ne û yek 29 yê din 31 salî ye.

Her du bira, ji roja ku hatine dinyayê û vir ve ne dikarin bibihîsin ne jî dikarin biaxivin.

Birayên ku ev 20 sal in şivaniyê dikin ligel astengiya xwe di karê xwe de zaf jêhatî ne.

Herdu birayan tevî gundê xwe şivaniya gelek gundên din jî kiriye.

Malbatê, ji bo tedawiya zarokên xwe çi ji destê wan hatibe kiriye; lê çareyek nehatiye dîtin.

Tevî her tiştî tu zehmetî xwe li ber xîreta herdu birayan nagre û di vî halî de debara xwe û mala xwe dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE