Sûka Berhemên Organîk vebû

Welatî wê berhemên xwezayî rasterast ji gundiyan bikirin.

Sûka Berhemên Organîk vebû

Şaredariya Midyatê ji bo gundî berhemên xwe yên organîk bifroşin welatiyan Sûka Berhemên Organîk vekir. Gundî êdî wê karibin berhemên xwe rasterast bifroşin mişteriyan.

Li navçeya Midyatê ya Mardinê, şaredariyê bi merasîmekê Sûka Gund a Organîk vekir.

Sûka Berhemên Gundan ên Organîk li cem Mizgefta Cewdet Paşa bi beşdariya Qeymeqam û Şaredarê Midyatê hat vekirin.

Gundiyên ku fekî, sebze û qatixên xwe tînin vê sûkê dikarin wanan rasterast bifroşin xelqê.

Ji bo ku tiştên xwezayî û organîk dikirin welatî jî pir kêfxweş in.

Xizmetên Şaredariya Midyatê yên bi vî rengî wê dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE