Li Sûka dîrokî ya Sefaran a Entabê bi hatina turîstan liv û tevger zêde bû. Li sûkê ji xurekan bigrin heya malzemeyên mitfaxê gelek tişt tên firotin.
Hin kes bi çakûçan ji hêsinan tiştan çêdikin….
Hin kes jî li dikanên xwe penir, fistieq û malzemeyên mitfaxê difroşin…
Ev der sûka dîrokî ya sefaran a Entabê ye.
Demsala turîzmê hat û li sûkê liv û tevger gelek zêde ye.
Her sal van çaxan turîst tên vê derê û ji xwe re danûstandinê dikin.
Esnafên sûkê jî ji eleqeya turîstan memnûn in.