Sûka Surê êdî li Bağlarê ye

Gel hewcedariyên xwe li bazara 200 salî peyda dike

Sûka Surê êdî li Bağlarê ye

Navçeya Sur’a Amedê di pevçûnan de zirar dîtibû. Ji bo çanda danûstendinê ya bajarê qedîm dewam bike, bazara ku ev 200 sal e roja yekşemê dihat raxistin, êdî li Baxlara Amedê vedibe. Gel jî bİ erzanî hewcadarİyên xwe peyda dİke.

Ji ber êrîşên li Sura Amedê, dîrok û çanda bajar jî zirar dît.

Bazara ku gelê Diyarbekirê jê re dibêje ‘Bit Pazarî’ ji dewra dewleta Osmaniyan vir ve rojên yekşeman li ber mizgefta Kurşunluyê dihat raxistin.

Bazara ku dîroka wê 200 sal heye piştî nimêje sibê vedibe.

Di bazarê da; cil û berg, amûrên elektronîk, cûr bi cûr eşyayên malan yên kevn û nû hene. Gelê Amedê bi erzanî li vir danûstendinê dike.

Ji ber erzaniyê danûstendin pir zêde ye, him esnaf û him jî muşterî ji rewşê razî ne.

Di bazara feqîr û belengazan de; kevok, mirîşk, elok, û çivîkên rengîn jî tên firotin.

Maneviyata bazarê mezin ê li gor çanda sûkê dengê kî xweş be stranan dibêje.

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2018, 19:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE