Li îdirê hin karker li baxçeyê kargehekê dixebitîn. Wextê erd dikolan îskeletê heywanekî cuda dîtin. Karkeran xeber da rayedarên BİYOMERê. Rayedar îskelet birin navenda BİYOMERê. Piştî lêkolînan wê derbarê cinsê heywan de agahî were dayîn.
Karkeran li baxçeyê kargehekê erd dikola. Lê dema kolanê îskeletek dîtin.
Karkeran xeber da rayedarên BİYOMERê.
Rayedarên BİYOMERê hatin cihê kolanê û li ser îskeletê lêkolîn kirin.
Rayedareke got ‘’Îskeleta heywanekî ecêb e. Lingên wê dirêj in. Diranên wê yên dirêj û tûj hene. Em texmîn dikin heywanekî wehş e. Piştî lêkolînan dê cinsê wê diyar bibe."
Rayedar rahişstin îskeletê û bi wesaîta saziyê birin navenda lêkolînê.
Piştî li ser îskeletê lêkolîneke berfireh were kirin wê derbarê cinse heywanê de agahî ê dayîn.