Sêla Sor a dawîn a mizgîniya Cejna Newrozê piştî hewa û avê îro jî wê têkeve axê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir Sêla Sor a li hin deveran jê ra "cemre" jî tê gotin tê meneya "agir û sotik" û milet wisa bawer dike ku ew di hefteya ewil da hewayê ya duyemîn avê û di hefteya sêyemîn da jî axê dikeve û êdî germbûna dinyê dest pê dike.
Wisa tê bawerkirin ku cemreya ewil di 19-20ê Sibatê da li hewayê ket ya duyemîn di 26-27ê Sibatê da li avê ket û ya dawîn jî di 5-6ê Adarê da wê li axê bikeve.
Bi Sêla Sor a dawîn va êdî tê hesibandin ku bihar dest pê dike.
AA