Li Darendeya Meletiyê yek ji ciyên herî xweş ê ger û geştê sûlava Gurpinarê ye..
Ev sûlav ji zinarekî bilind diherike newalê.
Li newalê hewayeke hênik û xweş û gelek cihên ger û geştê hene.
Her roj bi hezaran turîst û welatî ji bo dîtina vê sûlavê tên Darendeyê.
Hewaya vê derê pir xweş û hênik e di mehên havînê de welatî tên vê derê û bîna xwe vedidin.
Welat, him li dora çem digerin him fotografan digirin him jî pîknîkê dikin.