Sûlava navdar a Mûradiyê, bûye warê turîst û bûk zavayan. Ciwanên ku nû dizewicin wêneyên xwe li ber Sûlava Mûradiyê dikişînin.
Piştî xebatên peyzajê, Sûlava Mûradiyê roj bi roj şêntir û qelebalixtir dibe.
Ji çar aliyên Tirkiyê û derwelêt turîst berê xwe didin sûlavê.
Ji xeynî turîstan, bûk û zava jî wêneyên bîranîna daweta xwe li hemberî dîmenên bêhempa digrin.
Bûk û Zavayên ku wêneyên xwe li ber şelaleyê girtin kêfxweş bûn. Bangî herkesî kirin ku werin li hember Sûlava Mûradiyeyê wêneyên xwe bikşînin.