Sûlava Xabê îsal zû da der

Niştecihên navçeya Derikê diçin dîtina sûlavê û li wir digerin

Sûlava Xabê îsal zû da der

Sûlava Xabê’ ya li Derika Çiyayê Mazî ku her sal di meha nîsanê de diherike, îsal di meha sibatê de da der. Niştecihên navçeyê ji derbûna sûlavê kêfxweş in û diçin dîtina wir.

Îsal li gorî salên din li Dêrika Mardinê zivistaneke zêde dijwar tune.

Li navçeyê bi berf û baranên dawî Sûlava navdar a Xabê ku her sal di meha Nîsanê de dide der jî îsal di Meha Sibatê de der bû.

Ev sûlav, 3 sal beriya niha ji aliyê wezaretê ve wek 223emîn parka siruştî hat îlankirin.

Şaredariya Dêrikê, ji bo tûrîzma navçeyê niha li vê derê xebatan dike.

Niştecihên navçeyê ji derbûna sûlavê kêfxweş in û serdana vê sûlavê dikin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE