Li herêmê dinya germ bû û ava berf û şiliyê gihişt sûlava Xabê.
Bi baranên dawî re Sûlava navdar a Xabê ku her sal di meha Nîsanê de dide der dîsa bi aveke gur diherike.
Ji bo dîtin û temaşekirina sûlavê ji bajarên derdorê jî xelk berê xwe dide Dêrikê.
Li Mûşê jî sûlavan dan der.
Ava berfê ku ji sertarên Çiyayê Kurtikê dihele diherike deştê.
Bi sûlavên ku diherikin deştê jî dîmenên xweş derdikevin.