Balix Gola li herêma Rojhilatê li bajarê Ağrıyê ji navendên girîng ên turîzmê ye kar û xebata masîgiran dest pê kir.
Rûyê gola 2 hezar û 241 metre bilindahiya wê heye û qasî 30 kîlometre ji navçeya Taşliçayê dûr e ji ber hewaya sar cemed girt.
Şêniyên herêmê di mehên havînê da bi kelekan derdikevin ser golê û masiyan digirin, turîst tên li herêmê konên bo kampên vedigirin lê di mehên zivistanê da gol bi tevahî cemed digire.
Gundiyên ku havînê bi kelekan tên ser golê niha li ser gola qeşagirtî dimeşin û cemeda bi qasî metreyekê qalindiya wê heye dişkênin û wisa masiyan digirin.
Ji gola qeşagirtî masî girtin bi hefteyan dewam dike
Masîgir li ser gola cemed girtiye digerin, cihên masî lê kom dibin tespît dikin û deverên stûriya cemedê heta 40 santîmiye dişkênin û torê xwe diavêjin nav avê. Qasî hefteyekê disekinin û paşê tên cihên tor avêtinê, careke din bi bêran wê derê dişkênin torên xwe ji avê dikşînin.
Şêniyên herêmê masiyên ku ketine torê tijî çewalan dikin, dibin difiroşin û bi wan debara xwe dikin.
Ji masîgiran Ahmet Yildiz got ku li herêmê zivistan bi zehmetî derbas dibe û wiha pê da çû: "Em seranserê zivistanê tên cemedê dişkênin û masiyan digirin û bi wî awayî jî debara xwe dikin. Balix Gol li devereke bilind e û zivistan jî li vê derê bi zehmetî derbas dibe. Malbatên li van deran him heywanan xwedî dikin û him jî bi masîgirtinê va debara xwe dikin."AA