Şêniyên taxê ji ber hirçên boz dora bexçeyên xwe çeper kirin

Li Sarıkamışa navçeya Karsê şêniyên ji hirçên boz ên hetanî taxan tên aciz bûne wek çare çeper dîtin û li ser dîwarên bexçeyên xwe çeperê ji hesin danîn.

Şêniyên taxê ji ber hirçên boz dora bexçeyên xwe çeper kirin

Li Sarıkamışa navçeya Karsê şêniyên ji hirçên boz ên hetanî taxan tên aciz bûne wek çare çeper dîtin û li ser dîwarên bexçeyên xwe çeperê ji hesin danîn.

Hirçên boz ên ku ji nav dehl û daristanê tên û li Taxa Înonuya ser Sarıkamışê di nav konteyniran da ji xwe ra li xwarin û xurekê digerin şêniyên taxê bizdandine.

Bi taybetî jî ew êvarê dadikevin taxê û welatî jî ji ber hatina wan ditirsin û naxwazin ku hirçên boz bikevin bexçeyên wan û ji bo vê li gor xwe tewdîran dikin rewacê.

Ji şêniyên taxê Onder Agbaba got ku hirçên boz heta ber derê malên wan tên, dikevin bexçeyên wan û wiha pê da çû: "Çend caran hatin û zorê dan deriyê bexçe. Ew serê sibehê zû tên taxa me. Me jî wek tewdîr li ser dîwarên bexçeyên xwe ji hesin çeper çêkir û bi wî awayî xwe diparêzin. Em dixwazin bila haya rayedaran ji vê rewşê hebe. Heywanên reben dema birçî dimînin rasterast tên navenda navçeyê. Hejmara hirçan jî zêde bû heta niha zirareka wan negihîşt me. Em jî naxwazin eleqeya xwe bi wan bikin û em bi baldarî tevdigerin."

Di dîmenên hatin kişandin da tê dîtin ku hirçên boz li xwarinê digerin û di ser dîwarên bexçeyen da derbas dibin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE