Îsota hûr a Gazîantepê tehma xwe ji tavê hildide

Li Islahiyeyê îsotên sor ên palê ji zeviyan diqetînin û tînin tesîsan piştî pêvajoyeke germ, dirêj û bi zehmet tê ser sifreya xêrîdaran.

Îsota hûr a Gazîantepê tehma xwe ji tavê hildide

Îsota hûr a ji bo mitfaxên Tirkiye û dinyayê gelekî girîng e li Gazîentabê di binê tavê da tehma xwe dibîne.

Li Islahiyeya navçeya Gazîentabê îsotên sor ên palê ji zeviyan diqetînin û tînin tesîsan piştî pêvajoyeke germ, dirêj û bi zehmet tê ser sifreya xêrîdaran.

Piştî paqijkirin û jihevderxistina li tesîsan, îsot li qadên mezin tên raxistin û di binê tavê da tên hişkkirin. Îsotên bi qasî 3 rojan li ber tavê dimînin paşê bi hacetan 2 saetan carê tên serobinokirin. Îsotên rengê xwe diguherînin û hişk dibin bi makîneyan tên komkirin ku werin hûrkirin. Îsotên tên hûrkirin jî paşê dibin tehma li ser sifreya xêrîdaran.

Muzaffer Koseyê hilberînetê îsota hûr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piraniya hewcedariya bi îsot hûr a Tirkiyeyê ji Islahiyeyê tê dîtin.

Kose diyar kir ku di hefteya ewil a tebaxê da dest bi hilberînê dikin û wiha pê da çû: "Em di rojê da 100 ton îsota ter paqij dikin û li qadê radixin. Em dikarin di rojê da 120 ton îsotê çêbikin. Li navçeya me 20 hezar dagar, li Nurdaxiya navçeya cînar jî 12 hezar dagar îsot tê ajotin. Ev jî tê wê meneyê ku 10 hezar ton îsot tê komkirin. Em ji sedî 80yê îsotê li nav welêt ji sedî 20ê îsotê jî li dervayê welêt difroşin."

Kose got di amadekirina îsotê da bi sedan kes dixebitin û wiha axivî: "Li 400 ciyên cuda karkerên bi tenê paşiya bîberan diqetînin hene. Di rojê da 100-200 lireyî distînin. Kesên diajon, diçinin, av didin hişk dikin hene. Hema bêje ji sedî 50yê navçeya me ji îsotê debara xwe dike."

Mahmut Kayirê karker jî got karên ku dikin gelekî bi zehmet in, xebata li binê tavê gelekî zor e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE