Bi fermana Serokomar Recep Tayyi̇p Erdogan xebatên nûjenkirina kelha diyarbekirê bê navber didomin. di qonaxa 5emîn de wê mîna eslê xwe 950 metre sûr û 11 birç werin çêkirin
5 hezar û 800 metre dirêj 12 metre bilind e. Sûrên Amedê ji fezayê jî xuya dikin.
Kelha Diyarbekirê di sala 2015an de kete lîsteya UNESCOyê..
Lê mixabin bedena bihişmet hatibû lewitandin û xesar dîtibû.
Bi talîmata Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo paqijî û restorasyona bedena dîrokî 2 sal berê xebateke taybet dest pê kir.
Heta niha li ser sûrên dîrokî di 4 qonaxan de xebat hatin meşandin.
Avahiyên ku bi dîwarên bedenê ve hatine çêkirin hatin hilweşandin, derî û birç hatin restorekirin.
Xebatên ‘Vejandina Sûran’ ketin qonaqa 5an. Niha 950 Metre sûr û 11 birç tên nûjekirin.
Walî Mûnîr Karaloğlu: "Dema hûn wêneyên 2 sal berê û yên îro bidin ber hev, dîmeneke bêhempa derdikeve holê. Sûrên Diyarbekirê di lîsteya mîrateyên çandî yên cîhanê de cih digirin û nirxa hevpar a mirovahiyê ye. Armanca me parastina kelha bihişmet e ji bo bigihêjin nifşên pêşerojê.”