Bi hatina meha remezanê re kar û barên şêranîfiroşan jî zêdetir dibe. Lêbelê îsal ji ber şewba koronayê pariyekî kêm bûye. Ji ber qedexeyê welatî nikarin derkeve derve, şêranîfiroş jî bi kurye û serwîsan sîparîşên mişteriyan dişînin.
Her sal bi hatina meha Remezanê re kar û barên şêranîfiroşên Diyarbekirê zêdetir dibû. Lêbelê ji ber şewba koronayê îsal hinekî hilberîn kêm bûye. lê dîsa jî mişterî bê şêranî namînin.
Di roj û saetên qedexeya derketina derve de kurye dikevin dewrê û serwîsên sparîşan dikin.
Qedayif, beqlawe û cureyên din ên şêraniyan di kargehên mezin de bi xesasî tên amadekirin.
Ew şêraniyên ku di kargehan de tên amadekirin bi rêya serwîs û pakêtan digihêjin destê mişteriyan.
Pakêt û besteyên mişteriyan di nav 15-20 deqeyan de digihêjin ber deriyê wan.