Meha remezanê dest pê kir û pê re jî amadehiyên wê tên kirin. Hosteyên şêraniyê jî di meha remezanê de bêtir qedayifa tescîlkirî ya Diyarbekirê ji bo mişteriyên xwe amade dikin.
Meha Remezanê bi xweşî û tehmên xwe hat. Li Diyarbekirê şêraniyên weke qedayîf û beqlewe gelek tên xwarin.
Lêbelê di meha bimbarek de, xwarina şêraniyan jî çend qat zêdetir dibe.
Hoste bê navber qedayîfa tescîlkirî çêdikin û hewl didin siparîşên mişterîyan bigihînin.
Ji ber vê yekê hosteyên şêraniyê jî bê navber ji bo gihandina siparîşan dixebitin.
Hosteyên Dîyarbekirê bi awayekî titîz û paqij qedayîfan xwe li atolyeyan amade dikin û sewkî gelek bajaran dikin.