Standardên donerê û kifteyan hatin guhertin

Bi biryara nû rûnê di donerê de wê bê kêmkirin

Standardên donerê û kifteyan hatin guhertin

Standardên donerê û kifteyan hatin guhertin. Êdî rêjeya rûn a di nav doner û kifteyan de wê kêm bibe. Ew ê di donera goştê sewalan de ji sedî 25, di donera mirîşkan de jî ji sedî 20 be.

Wezareta Daristan û Çandiniyê guhertineke nû xist rewacê.

Bi vê yekê re standardên doner û kifteyan hatin guherandin.

Êdî di nav donera goştê sewalan de rûn wê ji sedî 25 be.

Di nav donera mirîşkan de jî wê ji sedî 20 be.

Hosteyên li ber dezgehan jî piştgiyê didin vê biryarê.

Dikan û kargehan ji bo rojekê dikaribûn bi tenê 10 kîlo kifte çêkin.

Êdî bi biryara nû qesab dikarin li gorî dilê xwe kîloyan zêde bikin.

Divê heta dawiya salê esnaf û kargeh li gorî rêbaza nû bişixulin.

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2019, 14:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE