Stûdyoya xwezayî

Dema dibe zivistan wênekêş berê xwe didin gundên Hizanê...

Stûdyoya xwezayî

Li Hîzana Bilîsê berfeke zêde bariya. Ji ber wê gelek gund di nav berfê de man. Lê ev rewş herî zêde bi kêrî wênekêşan hat. Wênekêşên ku kamera û dronên xwe girtin, berê xwe dan gundan.

Ev der gundê Kuçê yê Hîzanê ye. Li aliyekî wî çiya û kendalên bilind, li aliyê din jî newalên kûr. Bi mal û xaniyên kevir û berfa spî balê dikşîne.

Wênekêşan ji bo kişandina resmên xweşik, kamera û dronên xwe girtin û berê xwe dan gundan.

Ji bo eleqeya wênekêşan gundiyên herêmê jî memnun bûn.

Gundiyên Kuçê dibêjin payîzê jî gund gelekî xweş dibe û ji bo wê demê jî gazî wênekêşan kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE