Sîtilên dimsê tiriyên Kilîsê dikelin

Sîtilên dimsê tiriyên Kilîsê dikelin

Li bajarê Kilîsê yê ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê yek ji navendên girîng ên hilberîna dims e, tirî piştî ku tên berhevkirin dibin dims û dû ra jî bo çaraliyê Tirkiyeyê tê şandin.

Karkerên çandiniyê tiriyên ku berhev dikin, bi rêbazên kevneşopî va di hewzan da diarçiqînin û jê şirayê çêdikin.

Şiraya tiriyê di sîtilên paxir da bi qasî 5 saetan li ser agirê êzingan tê kelandin. Piştî ku hişk dibe jî 2 rojan li ber tavê dimîne û dibe dims.

Li Kilîsê ji tiriyên ku li ser 160 hezar dekar erdî hêşîn dibin, salewextê bi qasî 500 ton dims tê hilberîn. Ev dims jî hem di bazara navxweyî da û hem jî di ya derva da tê firotan.

Serokê Odeya Endazyarên Ziraetê ya Kilîsê Guven Ozdemir ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li herêmê tirî, yek ji çavkaniyên sereke yên debara welatiyan e.

Ozdemir diyar kir ku li bajêr li ser 160 hezar dekar erdî tirî tê hilberîn û wiha got, "Em bi awayê ter, hişkkirî û dims hem di piyaseya navxweyî û hem jî di ya derva da ji tiriyan sûdê werdigirin. Her wisa em dims jî bi awayê kevneşopî çêdikin ku kana şifayê ye. Tê da potasyum, kalsiyum û magnezyum heye û ev jî kêmasiya hesin a di bedena însan da temam dike. Asta xwînê zêde dike û her wisa însan li hemberî sermayê jî diparêze."

Hilberîner Kasim Korkmaz jî diyar kir ku 35 donim rezê wî yê tiriyan heye û 30 sal e jî ew dims çêdike. Korkmaz bal kişand ku çêkirina dims, karekî zehmet e û ew salewextê bi qasî 2 tonî dims hildiberîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE