Surprîza ji bo malbatên feqîr 

Şaredariya Adıyamanê bi alîkariya xêrxwazan 13 kurban dan malbatên hewcedar

Surprîza ji bo malbatên feqîr 

Şaredariya Semsûrê Bi alîkariya xêrxwazan 13 qurban dan malbatên hewcedar. her wiha şaredariya çaldêrana Wanê jî 100 qurban li 100 malbatên hewcedar qurban belav kirin. 

Şaredariya Semsûrê ji bo feqîran xebateke taybet bi rê ve bir. 

Di çarçoveya xebatê de pêşî bi desteka xêrxwazan 13 qurban hatin standin. 

Dûv re her 13 qurban bi surprîzê teslîmî 13 malbatên mihtaç kirin. 

Malbatên hewcedar pir kêfxweş bûn û spasî şaredariyê kirin. 

Şaredariya Çaldêrana Wanê jî ji bo malbatên hewcedar xebateke taybet bi rê ve bir.  

Di xebatê de şaredariyê ji bo serjêkirinê 100 qurban amade kirin. 

Paşê yek bi yek teslîmî 100 malbatên mihtaç kirin.  

Malbat bi alîkariya Şaredariyê gelek kêfxweş bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE