Suryan vedigerin gundên xwe

Suryanên ku berê gundên xwe terikandibûn hêdî hêdî vedigerin warê xwe...

Suryan vedigerin gundên xwe

Suryanên ku di salên 1980an de berê xwe dabûn ewropayê, niha yek bi yek vedigerin gundê xwe. Gelek ji wan ji nû ve xanî çêdikin, gelek jê jî xaniyên xwe didin restorekirin.

Di salên 1980yî de Suryanan gelek gundên xwe terikandin. Piraniya wan berê xwe da welatên Ewropayê. Bi salan li xurbetiyê jiyana xwe domandin.

Lê her tim welatê wan di bîra wan de bû. Suryan di van salên dawî de hêdî hêdî vedigerin.

Gelek ji wan xaniyên nû çêdikin. Xaniyên wan dîsa jî ji keviran e û xwediyê rihê çanda wan e.

Hinek kes jî xaniyên ku xira bûne ji nû ve restore dikin.

Çav li rê ne ku yên din ên li xerîbiyê ne jî vegerin ser axa xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE