Şêxê Norşênê Nûreddîn Mutlu wefat kir

Şêx Nûreddîn Mutlu ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da

Şêxê Norşênê Nûreddîn Mutlu wefat kir

Rîsipiyê Bitlisê, Şêxê Norşênê Nûredîn mutlu çû ber dilovaniya xwedê. Şêx Nûreddîn di 21ê mijdarê de bi koronavîrûsê ketibû. Şêx Nûreddîn li Norşênê di 86 saliya xwe de hat oxirkirin.

Şêxê Norşênê, Şêx Nûreddîn Mutlû ji ber kovîd-19ê cane xwe ji dest da.

Şêx Nûreddîn di 19ê Mijdarê de bi vîrûsê ketibû nema li ber xwe da û duh çû ber rehma Xwedê.

Ji bo veşartina cinazeyê Şêx Nûreddîn li Norşênê merasîmek hat kirin.

Bi sed salan e li vê derê xizmeta Îslamê tê kirin. Îro jî em ji bo oxirkirina Şêx Nûreddîn hatin vê derê. Cenabê Heq cihê wî bike bihûşt, cinet înşallah.

Ji çar aliyên welêt û ji derwelêt gelek kes ji bo oxirkirina Şêx hatin Norşênê.

Şêx Nûreddîn li Norşênê, li gora malbata xwe hat veşartin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE