Talûkeya hişkesaliyê

Li herêma başûrrojhilat ji ber tunebûna baranê dexl û dan hişk dibin...

Talûkeya hişkesaliyê

Li herêma Başûrrojhilat rewşa cotkaran qet ne baş e. Lewra di meha nîsanê de baran nebarî û zad di erdê de hişk dibin. Kesên ku derfetên wan hene debrên xwe av didin. Ji ber hişkesaliyê cotkar dixwazin bendavên ku li herêmê tên çêkirin demil dest bikevin fealiyetê.

Li bajarê Diyarbekirê, Riha, Êlih, Mêrdîn û Semsûrê îsal di demsala payîzê û zivistanê de berf û baran têr nebarî.

Cotkaran hêvî dikir ku di biharê de baran bibare. Lê meha Adar û Nîsanê jî bêşilî derbas bû.

Ji ber hişkesaliyê ceh û genim di erdê de hişk û pûç dibin. Rewşa bi hezaran cotkaran ne baş e. Germa 30 pileyî her ku diçe halê wan xerab dike.

Ji ber vê yekê cotkarên ku derfetên wan hene bi mesrefeke giran avê dikşînin û dexlê xwe av didin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE