Tama bi sînordarkirî amade dibe: Kibaba bihestî

Li Diyarbekira ku digel potansiyela xwe ya dîrokî û çandî, bi metbexa xwe ya dewlemend jî naskirî ye, ji xeynî kibaba cîgerê kibaba bihestî jî tameke sereke ye û tê tercihkirin.

Tama bi sînordarkirî amade dibe: Kibaba bihestî

Li Diyarbekirê kibaba bihestî yê ku ji goştê berxan bi hejmareke sînordarkirî tê amadekirin, sosa taybet a şîr û rûnê zeytûnan tameke xweş didê.

Li Diyarbekira ku digel potansiyela xwe ya dîrokî û çandî, bi metbexa xwe ya dewlemend jî naskirî ye, ji xeynî kibaba cîgerê kibaba bihestî jî tameke sereke ye û tê tercihkirin.

Ji ber ku bi tenê ji hestiyê piştê yê berxan tê çêkirin, kibab bi hejmareke sînordarkirî tê amadekirin û her wiha di sosa taybet a ji şîr, xwê û rûnê zeytûnan da rojekê tê sekinandin.

Goştê bihestî paşê bêyî emilandina biharatan, di şîşan ra tê derbaskirin, li ser menqelê qedera 10 deqîqeyan tê pehtin û servîskirin.

Li Sûra navçeya navendê ya Diyarbekirê xwediyê kargehê Îsmet Evsen ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku 25 sal e ew di vê sektorê da xizmetê didin û kibaba bihestî ji tamên sereke yên bajêr in.

Evsen bal kişand ku kibab bi hestiyê piştê yê berxan tê çêkirin û wiha got, "Ji ber vê yekê jî bi hejmareke sînordarkirî em amade dikin. Goşt divê goştê berxan be. Heger na kibab çir dibe.

Gelek heskiriyên vê kibabê hene. Berî hatina xwe li me digerin. Her wiha yên ku ji dervayî bajêr tên jî berî hatina xwe li me digerin. Em carinan bi zehmetî xwe pê ra digihînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE