Şaredariya Batmanê, li ser daxwaza esnafan pêşî trafîka taxa Hasankêyfê girt. Pişt re jî tax bi sîwanan xemiland.
Taxa Heskeyfê li Batmanê ye. Dirêjiya wê 325 metre firehiya wê jî nêzî deh metreyan e.
Şaredariya Batmanê li ser daxwaza esnafan pêşî li trafîka taxê birî û pişt re jî tax bi sîwanan hat xemilandin.
Li taxê xebatên binesaziyê hatin qedandin. Ji bo xemilandina taxê jî hezar û 800 sîwan hatin bikaranîn.
Welatî wê derê wek “Taxa Bisîwan” bi nav dikin û ji bo ku fotografan bigirin tên serdana taxê.