Biryan bi gotineke din parêv tehmeke bipatent a Siirtê ye. Siirtî ji biryanê gelek hez dikin. Ji ber vê di heyama şewba koronayê de jî eleqeya ji bo biryanê qet kêm nebû.
Goştê berxikan bi hesasî tê amadekirin, paşî di tenûra taybet de tê pehtin.
Herî dawî jî pakêt dikin û dişînin malan.
Em behsa biryana Siirtê ya bi nav û deng dikin. Welatî ji ber tevdîrên koronayê zêde nikarin derkevin derve.
Lê dîsa jî hema bêjin her roj diçin biryanfiroşan û ji xwe û malbata xwe re biryanê dikirin.
Hin kes jî ji mala xwe siparîşê didin. Yanî bi awayekî ew biryan tê malê.
Dikanên biryanê ji bo eleqeyê hema bêjin her roj dixebitin.
Biryana Siirtê beriya 18 salan ji aliyê Saziya Patent û Markeyê ya Tirkiyê hatibû tescîlkirin.