Tehma ji zozanên Bidlîsê tê ser sifreyan: Hingiv

Tehma ji zozanên Bidlîsê tê ser sifreyan: Hingiv

 Li zozan û herêmên bilind ên Hîzana navçeya Bidlîsê ji bo tênahiyê di astekê da bigrin ji şitl û çirpiyên dara biyê selik tên çêkirin dora wan tê herîkirin û ji wan kevar tên çêkirin. Piştî vî karê bi zehmet hingiv tê ser sifreya welatiyan.

Mozvan havînan mozên xwe derdixin zozanên li 3 hezar mêtro bilindahiyê yên hênik û xwedî folaraya dewlemend û kewarên xwe li van deran bi cî dikin û vedigerin malên xwe.

Ji kewarên di nav kulîkên rengîn û gihayên derman da dimînin hingivê tebiî tê kom kirin.

Mozvanên ber destê sibê derdikevin rêya zozanan û berê xwe didin çil û çiyayan ji bo tênahî zêde çênebe ji şitl û çirpiyên dara biyê selikan çêdikin û wan dixin kewar. Hingivê ji kewarên selikên ji dara biyê tê derxistin zehf bi qîmet e. Hingivê piştî zor û zehmetiyeke mizin ji van kewaran tê derxistin paşê tê firotin.

- "Em dişînin gelek welatan"

Seyîthan Ekînciyê Serokê Hilberînerên Hingiv ên Hîzanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hingivê Hîzanê li Tirkiyeyê tê zanîn û qelîteya wê zêde ye.

Ekîncî diyar kir ku mozvan biharê derdikevin zozanan û pêvajoya hingiv dest pê dike û wiha pê da çû:

"Hin mozvanan hilberîna hingiv temam kir û ji zozanan vegeriyan, qismekê wan hê dewam dikin. Kesên hilberîn temam kirin ji bo herin herêmên germ amadehiyên xwe temam dikin. Hingivê Hîzanê tebiî ye û di nav da tiştekî din tune. Ji hingivê li herêmên floraya dewlemend hat derxistin va em carekê li dinyayê ketin rêza ewil carekê jî ketin rêza duduyan.

Floraya nebatan zû hişk bû ji ber vê hilberîna me ji sedî 20 kêm bû lêbelê qelîte zehf baş e. Kîloya hingivê zozanan di navbera 200 û 300 lireyî da tê firotin. Ji ber hişkahiyê îsal hedefa me ew e ku 250 ton hingiv derxin. Em hingiv dişînin her aliyê welêt.

- "Em kewaran datînin herêmên ceturî lê zêde derdikeve"

Aydin Gulmakê mozvan jî diyar kir ku li Saxirkaya gundê navçeyê dijî mozvaniya ji bavê xwe hîn bibû didomîne.

Gulmak destnîşan kir ku payîzê piştî derxistina hingiv kewaran paqij dikin û mozên xwe datînin herêmên ku berf lê kêm dibarin û wiha pê da çû:

"Em biharê kewarên xwe datînin herêmên ku gunî û çetûrê lê zêde hêşin dibe. Mozvanî kedê dixwaze û bi zehmet e. Lêbelê ji ber ku em li zozanan digerin zor û zehmetiya wê ji bîr dikin. Hingivê me bi tenê li çil û çiyayan çêdibe. Li wan herêman mozên me di nav şertên tebiî da hingiv çêdikin. Em tiştekî tev nakin û ji wargehan dûr digrin mozên xwe. Hingivê tebiî tê çêkirin bi qelîte dibe. Kesên ji me hingiv dikirin sala din dîsa tên dixwazin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE