Tehîna bi salane li Çukurcayê bi rêyên kevneşopî tê çêkirin ji ser sifreyan xalî nabe

Cotkarên li Çukurcaya navçeya Hekariyê ne kunciyan bêyî makîneyê berhev dikin û piştî gelek hewl û xebatan jî jê tehînê çêdikin.

Tehîna bi salane li Çukurcayê bi rêyên kevneşopî tê çêkirin ji ser sifreyan xalî nabe

Li Çukurcaya navçeya Hekariyê kunciyên bêyî makîneyan bi dest tên berhevkirin di aşên avê da tên hêrandin û jê tehîn tê çêkirin.

Li navçeya der û dorê wê bilinde û bi vê sayê jî xwedî avhewayeke nermayî ye û lê hêjîr, hinar, birinc û xurmeya Trabzonê digihîje. Ji ber taybetiya xwe cotkar kunciyan jî diajon û ew jî ji bo wan dahateke.

Bi piştevaniya Qeymeqamtî û Şaredariyê va 3 sal berê di çarçoveya "Projeya Geliyê Zapê" da bo kirîna kuncî temînat hatibû dayîn û li ser vê jî qadên kuncî lê hatin ajotin zêde bûn.

Kuncî dema ku tê ajotin di nav 4 mehan da digihîje û bi rê û rêbazên kevneşopî bêder tê kirin.

Serê sibehê zû cotkar diçin nav zeviyên kuncî lê ne û bi qebaletî û dasê va dest bi çinînê dikin, gurz bi gurz cihê dikin û li benda ziwabûnê dihêlin.

Bi qasî 20 rojan gurzên kunciyan li ber tavê dimînin, giya hişk û kuncî jî ziwa dibin. Cotkar kuncî û giyayê wê bi daran ji hev dikin.

Kunciyên derdikevin li bêjingê dixin, paşê dixin nav avê û şevekî tê da dihêlin û paşê jî bi şoravkê va qalikên kunciyan spî dikin. Gelek caran dişon û di firneyan da diqelînin û paşê careke din li bêjingê dixin û herî dawîn jî di aşê avê da dihêrînin.

Tehîna ku ji kunciyên li herêmê tên ajotin derdikeve holê bi keda cotkaran dertê meydanê û ji çinînê bigir heta çêbûna tehînê di tu merheleyê da makîne nayê bikaranîn.

- "Em dişînin çar aliyê Tirkiyeyê"

Ji şêniyên gundê Gundeşê Behçet Demir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew biharê kunciyan diajon û bi qebaleyê vî karî dikin û wiha domand: "Îsal hewa pir germ bû. Zeviya herkesî hema bêje heye. Yên hin kesan 2 zevî yên hin kesan 3 û yê hinan jî 5 zevî ne. Bi taybetî jî di dema bêderê da em zehmetiyê dikişînin. Li gor par kêm bû. Em diçinin, ziwa dikin, bêjing dikin, paşê dibin aş. Ji çar aliyê Tirkiyeyê û Îran, Iraq û Sûriyeyê ra jî dişînin.

Semîh Demir û Mesut Yaşar jî gotin ku ev tehîna derketiye holê piştî gelek hewl û kedê va diçe ser sifreyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE