Ji ber şewba vîrûsa koronayê xwendekar dersên xwe li mala xwe taqîb dikin. Malbata Yelekçî jî ji malbatên wan zarokan yek e û ji Agriyê ye. Ji ber ku televîzyona malbatê tune bû, zarok ji bo dersan diçûn mala cîranan. Midûrê perwerdeyê yê bajêr televîzyonek kirî û diyariyê malbatê kir.
Li seranserê Tirkiyê ji ber şewba vîrûsa koronayê dibistan hatin tatîlkirin, Xwendekar li mala xwe bi pergala EBAyê dersên xwe taqîb dikin.
Malbata Yelekçiyê jî ji Agriyê ye. Ji ber ku televîzyona malbatê tune bû zarok ji bo teqîbkirina dersan diçûn mala cîranan.
Esma û Berfuyê telefonê Midûrê Perwerdeyê yê Bajêr kirin û gotin em ji dersên xwe dimînin.
Midûrê Perwerdeyê jî ji bo zarokan televîzyonek kirî û diyariyê wan kir.
Êdî zarok li mala xwe di televîzyona xwe de dersên xwe taqîb dikin.