Hostayê tembûrê Menaf Koçak, ji Ercişa Vanê ye. menaf hoste ji ber şewba vîrûsa koronayê dikana xwe girt. wî di mala xwe de atolyeyek çêkir û niha li mala xwe tembûran çêdike.
Li seranserê welêt, ji ber şewba vîrûsa koronayê dikan û kargeh hatin girtin. Ji bo ku nexweşî belav nebe welatî ji malê dernekevin.
Menaf Koçak jî li Ercişa Vanê di dikana xwe de tembûr çêdikirin. Bi vî awayî him sin’eta xwe dikir him jî debara mala xwe dikir.
Menaf Hoste jî wekî hemû esnafan dikana xwe girt. Hosteyê tembûrê di mala xwe de atolyeyek çêkir. Niha li hundirê malê tembûran çêdike.
Ew, bi vî awayî him li gorî rêbazan hereket dike, him jî ji sineta xwe dûr nakeve.