Li Taxa Palûkeya Diyarbekirê ev demeke dirêj e ku tenûrên nan tên çêkirin. Hemû hosteyên van tenûran jî jin in. Yek ji wan jinan jî Remziye xanim e. Remzıye xanim jineke jîr e û ji bo debara malbata xwe tenûran çêdike.
Kesên hînî nanê tenûrê bûne û ji nanê tenûrê hez dikin êdî zahmet e ku dev ji xwarina vî nanî berdin.
Ev nan bi usûleke herêmî di tenûran de tê pijandin û ji nanên febrîqesyon hem girantir e hem jî temendirêjtir e.
Li her deverê ev tenûr bi şeklekî cuda tên çêkirin. Nan jî li gorî deveran hinekî ji hev cuda ne, lêbelê hemû jî mehsûlên tenûrên axî ne.
Malzemeyên sereke yên çêkirina tenûran ax, ka, mûyên bizinan û xwê ye. Ax mîna hevîr bi van hemû malzemayn ve tê strandin û paşê qor bi qor tê lêkirin.
Li Diyarbekirê jî taxek heye ku navê wê taxê Palûkê ye û gelek jinên Palûkî tenûrên nan çêdikin.
Remziye xanim jî yek ji wan jinên jîr e ku di rojên xweş de li hewşa xwe tenûran çêdike.
Ev tenûrên nanpijandinê bûne deriyekî debarê û li bajarên derdorê tên firotin.
Tenûrên qediyayî bi wesaîtan ji mişteriyan re dişînin. Ev tenûr bêtir li gundan tên şixulandin, loma jî mişteriyên wan bêtir ehlê gundan in.
Li gorî zahmeta çêkirinê bihayê wan ne zêde ye û li gorî firotina liserhev û ya perakende jî bihayê tenûran tên guhertin.
Ev tenûr ji ber şert û mercên hewayê bêtir havînan tên çêkirin.